Li dijî HDP'ê 350 operasyon, li dijî narkotîkê 44 operasyon

Hêzên dewleta Tirk ku îsal 350 carî li Wanê avêtin ser malan, 1200 kes destgîr kirin, 223 kes jî girtin. Tevî ku bikaranîn û bazirganiya narkotîkê zêde ye jî, operasyonên li dijî narkotîkê tenê 44 caran hatin kirin.

2018 ji bo gelê Wanê saleke zehmet û giran bû. Hikumeta AKP'ê bi taybetî dawiya salê zext û zordariya xwe ya li Wanê zêde kir. Hema bêjin, ji ber her parvekirineke li medya civakî doz hate vekirin û doz li hemû daxuyaniyên çapemeniyê yên HDP'ê hate vekirin. Polîsên rejîma AKP'ê bi bahaneya greva birçîbûnê du caran avêtin ser avahiya HDP'ê ya bajêr. Hêzên çekdar ên rejîma AKP'ê JOH û POH 350 carî li Wanê avêtin ser malan, 1200 kes destgîr kirin. 223 kes hatin girtin, 977 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Tê gotin ku li Wanê 20 hezar kes madeyên narkotîkê bi kar tînin. Polîsên AKP'ê ku êrîşê dibin ser her çalakiyeke HDP'ê, li Wanê tenê 44 caran li dijî narkotîkê operasyon kirin.

Parlamentera HDP'ê ya Wanê û endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Bedîa Ozgokçe Ertan bal kişand ser operasyonên tifaqa AKP-MHP'ê yên li dijî HDP'ê û got, "Dixwazin HDP'ê bi temamî krîmînalîze bikin."

Ozgokçe anî ziman, piştî ku maseya diyalogê ya 'pêvajoya çareseriyê hate qelibandin' li dijî wan bê navbera operasyon tên kirin û got, "Ji ber ku yekane mûxalefeta li dijî vê desthilatdariyê HDP ye, Kurd in, dostên me ne. Lewma ji bo çavtirsandin û tepisandinê operasyonan dikin. Ji bo bêkarî, xizanî û nelirêtiyê binixumînin, navê 'têkoşîna li dijî terorê' bi kar tînin. Bi hezaran mirov ketine nava narkotîk û fûhûşê, lê li dijî vê yekê têkoşîneke rasteqîn nayê kirin. Çeteyên ku bi vî karî radibin, tên parastin. Lê belê mirovên me tenê ji ber ku mafê xwe yê protestoyê bi kar anîne tên girtin. Rêveber û xebatkarên me hemû bi şertê kontrola edlî tevdigerin, neçar dimînin ku hefteyê carekê biçin emniyetê."

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç jî anî ziman ku mafên Kurdan bi zext û zorê ji wan hatine destendin û li bajarên Kurdan sûcên narkotîk, fûhûş û qumarê ji nedîtî ve tên.