Li dijî baregeha leşkerî ya li Şirnexê çalakî hate lidarxistin
Li dijî baregehek leşkerî ya li bejahiya gundê Navyan ê Şirnexê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de herî kêm 4 leşker û 3 cerdevan birîndar bûne.
Li dijî baregehek leşkerî ya li bejahiya gundê Navyan ê Şirnexê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de herî kêm 4 leşker û 3 cerdevan birîndar bûne.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, li dijî baregeke leşkerên Tirk a li bejahiya gundê Navyan ê Şirnexê çalakiyek hatiye lidarxistin.
Tê gotin di şer de herî kêm 4 leşker û 3 cerdevan birîndar bûne. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya li Şirnexê. Liv û tevgera leşkerî ya li herêmê dewam dike. Ji HPG'ê hîn heta niha ti daxuyanî li ser mijarê nehatiye dayin.