Li Dersimê pêşhilbijartin destpê kir

Pêşhilbijartina ji bo eşkerekirina namzetên hevserokatiya DEM Partiyê ya Dersimê destpê kir.

Pêşhilbijartina ji bo eşkerekirina namzetên hevşaredarên Dersimê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên ji bo hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê destpê kir. Di lîsteya namzetiya hevserokatiya şaredariyê de 3 jê jin 9 kes hene.

Pêşhilbijartin wê li salona otêleke Dersimê were kirin û delege di saetên zû de hatin salona dengdanê.

Li dîwarê salona dengdanê pankarta bi nivîsa ‘’Jiyana me her tim şer bû, şervanên mirovahiyê azadiyê diafirînin’’ hate daliqandin.

Piştî kurteaxaftinên namzetan delegeyan dest bi dengdanê kirin.

Di 4 sindoqan de wê 780 delege dengê xwe bidin. Ger namzed ji rêjeya 50+1’ê derbas nebin wê dengdana  tûra duyemîn were kirin.