Li Dersim û Colemêrgê çalakiyên gerîlayan

Gerîlayên HPG’ê li herêma Kûtûdere ya Dersimê li dijî qereqolekî ya artêşa Tirk çalakiyek lidar xistine. Di çalakiya leşkerên li baxçeyê qereqolê hate hedefkirin de, 2 leşker hatin kutşin, li navçeyên Çelê, Şemzînan ên Colemêrgê jî çalakî hat lidarxistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya daxuyaniyek nivîskî da, têkildarî çalakiyên gerîlayan ev agahî parvekir: “30’ê Gulanê di saet 06:30’an de hêzên me li dijî qereqolekî ya girêdayî artêşa Tirk a TC a dagirker a li herêma Kûtûdere ya Dersimê çalakiyek lidar xistine. Di vê çalakiyê de leşkerên li nava baxçeyê qereqolê bûn hatin hedefkirin û 2 leşker hatin kuştin.

29’ê Gulanê saet di navbera 17:30- 18:00’an de komekî gerîlayên me li derdorî Gundê Safkan ê girêdayî navçeya Pulur a Dersimê rastî leşkerên artêşa Tirk hatine, bi hêzên dijmin re şer qewimiye. Di şerê li vir qewimî de têkildarî hejmara kuştiyên leşkeran agahiyên zelal nehatin bidestxistin û li vir peywendiyê me bi gerîlayekî re qûtbûye.

LI GIMGIMÊ KESÊ KU ŞEHÎDKIRINA GERÎLAYAN DE ROL LÎSTIYE HATE CEZAKIRIN.

Li derdorî Gundê Dirba ya girêdayî navçeya Gimgim a Mûşê û derdorî wê kesê bi navê Fahrettîn Ozer ê li gel artêşa Tirk tevger dike û di operasyonê leşkerî yên li dijî gerîlayên me tên lidarxistin de cih girtiye, 18’ê Gulanê dema ku ji xebatên kemînê yên li gel leşkerên Tirk vedigeriyan ji aliyê hêzên me ve hatiye girtin û cezakirin.

Piştî çalakiya hêzên me lidar xist û şûnde, artêşa Tirk a li gundên Dirba, Xinzor, Biran, Kelakoy, Kelaqûrmral, Keranli, Goma Çavûş û Goma Xanê dabûn destpêkirin, di 21’ê Gulanê de bê ku encamekê bigirin bi neçarî vekişiyane.

LI DIJÎ LEŞKERÊN ÇELÊ Û ŞEMZÎNANÊ ÇALAKÎ

31’ê Gulanê saet 07:30’an de li dijî leşkerên artêşa Tirk a li Girê Hawanan a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê bi cih bibûn çalakiyek hatiye lidar xistin. Di çalakiya leşkerek têde hate kuştin de, dijmin bi obus, hewanan derdor bi ketober topbaran kirine.

30’ê Gulanê saet 08:40’an de gerîlayên YJA Star li dijî leşkerên artêşa Tirk a li Girê Ronahî bicih bibûn çalakiyek lidar xistine. Di encama çalakiya çeperên dijmin bi awayekî xurt hate lêxistin de, bi qasî hate zelalkirin leşkerek hate kuştin.

NASNAMEYA GERÎLAYÊ KU ŞEHÎD BIBÛ HATE EŞKEREKIRIN

Di daxuyaniya duh me ragihandî de, me têkildarî çalakiya 29’ê Gulanê saet 08:40’an a li dijî leşkerên artêşa Tirk a li Girê Elîşêr ê girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê hate lidarxistin, agahî parvekiribû; di çalakiya bi giştî 15 leşker hatibûn kuştin de, gerîlayekî me bi qehremanî şer kir û gihişte şehadetê.

Agahiyên têkildarî nasnameya hevrêyê me yên ku di şer de xwedî rolekî mezin bû û bi qehremanî şer kir û heta gehîşte şehadetê wiha ye:

30’ê Gulanê di saet 11:00 heta 14:00’an de balafirên şer ên artêşa Tirk devera Geliyê Reş ê girêdayî Xakûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. Balafirên şer heman rojê saet 12:00 heta 12:30’an herêma Kalatûka a Çiyayê Qendîlê bombe kirine. Di encama êrîşên balafirên şer de ti windahî nebû, ziyan gihiştin bax û baxçeyên welatiyên sivîl.

Nasnav : Andok Zagros
NAsnav : Umît Acar
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayikê- Bav: Nazli - Zekî
Cih û Dîroka Şehadetê: Colemêrg/29’ê Gulana  2017

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ