Li Colemêrgê polîs hewl didin li pêşiya meşa HDP'ê bibin asteng

Bi biryara walîtiyê, polîsên Tirk hewl didin 'Meşa Demokrasiyê' ya HDP'ê ku wê li Colemêrgê dest pê bike, asteng bikin. Bajar hatiye dorpêçkirin.

Baskê Colemêrgê yê 'Meşa demokrasiyê ya li dijî darbeyê' ya HDP'ê li hev kom bû. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglû, Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Canan Yuce, Alîkarê _Hevserokên ESP'ê Beycan Taşkiran, endamên Meclîsa Rêveberiya Navendî û Meclîsa Partiyê ya HDP'ê, parlamenter, endamên partiyê danê sibehê li ber avahiya partiyê li hev kom bûn.

BAJAR Û AVAHIYA HDP'Ê HATINE DORPÊÇKIRIN

Beriya destpêkirina meşê, ji serê sibehê ve bajar bi temamî ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin. Tîmên taybet û sekvan li pêşiya saziyên dewletê hatin bicihkirin. Her wiha li çar aliyên bajêr jî wesayitên zirxî û polîs hatine bicihkirin.

SANCAR WÊ DEST PÊ BIKE

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar li avahiya partiyê ye ku hatiye dorpêçkirin. Polîsên Tirk ku kolanên berê wan li avahiyê ne bi bendan girtine, nahêlin ku parlamenter û gel ji avahiya HDP'ê derkevin.

Tê payin ku Sancar li avahiya partiyê daxuyaniyekê bide çapemeniyê û bi vî rengî dest bi meşê bike. Parlamenter jî li pêşiya bendan dirûşman diqîrin.