Li Colemergê krîza aborî esnaf kirine nav çirava deynan

Esnafê Colemergî diyar kir heke rewşa aborî wiha biçe Tirkiye wê birûxe, diyar kir Tirkiye kertiye nav xelayê û ew jî ketine nav çirava deynan.

Li Colemergê ku şer jê kêm naba bêkarî jî zêde dibe û didome. Li Colemergê 85 ji sedî yê ciwanan bêkar in. Ciwanên bêkar piraniya wan bêgav dibin diçin metropolên Tirkan dixebitin. Yek ji derdorea ku krîza aborî zêde li wan dixe esnaf in. Ji ber sedema krîzê Tîrmehê bi dehan esnafî dirabeyê xwe kilîd kir. Bi sedan esnaf ketine rewşeke ku nikaribin deynê xwe bidin û bi dehan esnaf jî ketibe ber îcrayê.

Esnaf ê ku serê sibehê dirabêy xwe vedikin bêyî ku sîftahê bikin dirabeyên xwe digirin. Polîtîkaya aboriyê ya desthilata AKP-MHP'ê çawa ku bandorê li her dedorê dike li navçeyên Colemergê jî bandora xwe nîşan dide.

Gelek esnafên navenda bajêr ku em bi wan re axivîn gotin ji ber krîzê ew nema dikarin kar bikin, ji ber zêdebûna bihayê dolaran bihayê zad û eşyayan zêde bûne û hêza kirînê ya wan û welatiyan pir ketiye.

Welatiyekî ku ev 20 sal in li kolane herî şên a Colemergê esnafiyê3 dike got ew nema dikarin kar bikin û herku diçe ber bi topavêtinê ve diçin. Esnaf got li Colemergê sektora esnafiyê nemaye, her roj bi sedan esnaf bi zirar dirabêy xwe vedikin û bi sedan esnaf nema dikarin kirêya xwe jî bidin û dîsa gelek hevalên wan ji ber deynan bêgav mane ku kargeha xwe bigirin.

Esnafekî dî jî yê ku li herêma Nexwşxaneya Dewletê kargeha xwe heye got rewşa wan pir kambax e, hem li Tirkyê û hem li Bakur xelayê dest pê kiriye û diyar kri heke ev krîza aborî li welatekî dî bûya ji zû de wê hikûmet hilweşiya lê ev ne di xema AK-MHP'ê de ye ew li qesr û qonaxan jiyaneke lûks dijîn. Esnaf got, ''Ev rewş heta kengî wê wiha bidome nizanim lê ku wiha biçe Tirkiye wê hilweşe û milet wê ji nêza bimire.''