Li Colemêrg û Êlihê operasyonên qirkirina siyasî

Ji ber operasyonên qirkirina siyasî li Êlih û Colemêrgê gelek kes hatin destgîrkirin.

Li navenda bajarê Colemêrgê di operasyonên qirkirina siyasî de du kes hatin destgîrkirin. Li taxa Medreseyê Pervîn Aksaç (20) û li taxa Gaziyê Oktay Dûrgûn (23) hatin destgîrkirin.

Li navçeya Geverê jî rêveberên HDP'ê yên navçeyê Mehmet Emîn Seven, Derya Ozdemîr û rêveberên DBP'ê yên navçeyê Nûrettîn Atsiz û Seracettîn Kina bi hinceta ku pankart li qada Newrozê daliqandine hatin destgîrkirin.

ÊLIH

Li taxa Korikê ya Êlihê, polîsên Tirk avêtin ser mala Malbata Erden û ferdên malbatê hemû destgîrkirn. Bav Reşît, zarokên wî Halîl, Mahsûm, Adil, Sonya û Emîne tevî endamê Meclîsa Ciwanan ê HDP'ê Mehmet Yildirim ku mêvanê wan bû hatin destgîrkirin.