Li Cinêvê meşa 'Smash Erdogan'
Li Cinêvê Ciwanên Kurd û Swîsreyî bi hevpar çalakiyek li dar xistin, polîsan êrîşî çalakiya ciwanan kirin.
Li Cinêvê Ciwanên Kurd û Swîsreyî bi hevpar çalakiyek li dar xistin, polîsan êrîşî çalakiya ciwanan kirin.
Li bajarê Cinêv ê Swîsreyê endamên Ciwanên Azad û ciwanên Swîsreyî bi dirûşa "Smash Erdogan- Erdogan bi perçiqînin" meşek li dar xistin.
Bi sedan ciwanên di mîtîngê de ku li dijî diktatoriya Erdogan hate lidarxistin kom bûn, ji stasyona trenê ya li navenda Cinêvê heta navenda bajêr meşiyan. Di meşê de dirûşmên mîna "Kujer Erdogan", "Bijî Serok Apo" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin qirkirin.
POLÎSAN ÊRÎŞÎ ÇALAKIYÊ KIRIN
Polîsên Swîsreyî yên ku xwe li çalakiyê ranegirtin êrîşî ciwanan kirin, nêzî 40 ciwan binçavkirin. Pişît çalakiyê polîsan avête ser mala xwendekarekî navê wî nehate zanîn û di malê de lêgerîn kirine.
Xwendekarên ku hatibûn binçavkirin heta saetên sibehê di qereqolê de hatin girtin. Piştre îfadeya xwendekaran hate girtin û hatin berdan.
Çalavanan diyar kirin ku rê nadin faşîzmê, polîsên modernîteya kapitalîst nikarin qet ciwanên şoreşger bidin rawestandin.