Li cihê ku Merwan Bedel hate şehîdxistin, nokerî hate şermezarkirin

Li cihê ku Hevserokê Konseya Rêveber a Meclîsa Xweser a Şengalê Merwan Bedel hate şehîdxistin daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin wê sîxur û hevkarên dijmin li Şengalê nikaribin bijîn.

Di 7’ê Kanûnê de balefira bêmirov ya dewleta Tirk a dagirker li wesayîta Hevserokê Konseya Rêveber a Meclîsa Xweser a Şengalê Merwan Bedel kiribû. Di encama êrişê de Merwan Bedel şehîd bû, her du zarokên wî bi birîndarî rizgar bûbûn. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ tevî malbata şehîd Merwan, li cihê ku Merwan lê hatî şehîdxistin, daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniya ji aliyê endama TAJÊ Riham Hiço ve hatî xwendin, ev tişt hatin gotin; “Wê kesên hevkarê dijmin û agahiyan didin dijmin, ti carî neyên efûkirin. Wê teqez hesab ji hevkarên dijmin were xwestin. Ev êriş berdewama Fermana 3 Tebaxa 2014’an e, armanc qirkirina civaka Êzidî û tinekirina îradeya gelê Êzidî ye. Dewleta Tirk a dagirker bi piştgiriya NATO, hevkariya PDK, Iraq û xiyanetkaran, fermanê berdewam dike, bi hemû hovitiya xwe êrişî destkeftiyên Şengalê dike. Welatên ku çek didin Tirkiyeyê jî bi xwe hevkarê êrişan in. Dewleta Tirk a dagirker ji serdema Osmaniyan ve dijminê bawerî, netew û vê xakê ye. Lê îro Koalîsyona Navneteweyî, Iraq û dewletên navnetewî ji van êrişan berpirsyar in. Ger ew destûrê nedin, Tirk wê nekaribin êrişan pêk bînin, Tirkiye bi erêkirina Koalîsyona Navnetewî êrişan pêk tîne.

Bila hevkar û sîxurên dijmin ên bi pereyan agahiyan didin dijmin baş bizanin, ew ê diyar bibin û neyên efûkirin. Şengal warê pêşeng û qehremanan e, ne cihê xayînan e. Em TAJÊ bang li jin, ciwan û hemû civaka Êzidî, Gelê Kurd û mirovahiyê dikin, em bi hev re rê li ber fermanan bigirin. Têkoşîna xwe bilind bikin û xwedî li keda pêşeng û şehîdan derkevin.”

Piştî daxuyaniyê li ser navê malbata şehîd Merwan Bedel Hilwa Xelef jî axivî. Xelef got “Dewleta Tirk dijminê me yê dîrokê ye, em ê kesên hevkarê dijmin in, efû nekin. Ew ê nikaribin di nav me de bijîn.”

Piştî daxuyanî û axaftinan, li cihê Merwan Bedel lê hatî şehîdxistin, gul hate danîn û mûm hatin pêxistin.