Li Berwariyê pêngava şoreşgerî: 4 leşker mirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku hêzên wan li navçeya Berwarî ya Sêrtê li yekîneyên artêşa Tirk ên derketin operasyonê xistin. Hate gotin, di vê 'pêngava şoreşgerî' de 4 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên vê dawiyê yên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

"Artêşa TC a dagirker roja 25'ê Tîrmehê li herêma Çemê Karê ya navçeya Berwarî ya Sêrtê dest bi operasyoneke berfireh kir. Operasyon hîn jî dewam dike. Hêzên me li dijî yekîneyên dijmin ên derketin operasyonê çalakî pêk anîn. Çalakî di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de hatin kirin. Li gorî vê yekê;

29'ê Tîrmehê saet 15'an li dijî leşkerên dijmin ên li ser girê Şehîd Sorxwîn, gerîlayên me yên YJA Starê çalakiyek li dar xistin. Derbên giran li leşkerên dijmin ên li ser gir hatin xistin û di çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker heman rojê saet 22:30'î termên leşkerên xwe bi helîkopterên bi tîpa Skorsky ji herêmê rakir.

Gerîlayên me yên YJA Starê roja 30'ê Tîrmehê saet 17:30'î li leşkerên li ser girê Şehîd Sorxwîn xistin. Derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin û leşkerek hate kuştin.

LI ŞIRNEXÊ LEŞKEREK HATE KUŞTIN

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de, 31'ê Tîrmehê saet 21:30'î li dijî artêşa TC a dagirker a li mintiqeya Deriyê Pêşmerga ya li herêma Govendê ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

LI MOTKIYÊ OPERASYONA LEŞKERÎ

Artêşa TC a dagirker roja 28'ê Tîrmehê li herêma Xaçareşê ya navçeya Motkî ya Bedlîsê bi tevlîbûna gelek kontrayan dest bi operasyonê kir. Operasyona roja 31'ê Tîrmehê bi rengekî bê encam qediya.

BOMBERDÛMANA LI GARÊ

Roja 31'ê Tîrmehê saet 12:15'an, balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li qada Heft Tebax a li herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin."