'Li ber zilma dewletê rabin'

"Çawa di sala 1990’an de em ji gundê xwe hatin koçberkirin, niha jî xelkê me yê Rojava tê koçkirin. Ev zilme û dagirkirine. Divê her kesên li ser axa xwe hatine koç kirin û li Kurdistanê dijîn li dijî vê zilmê derkeve."

Hemû endamên malbata Toptekîn yên di sala 1990'an piştî gundê wan hate şewatandin û koçî Sûrê kirin rastî zext û şîdeta dewletê hatin.

Ji ber polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk di sala 1990’an de bi sedan gundên Kurdistanê hatin wêrankirin û şewitandin. Gundê Kûyê yê Pasûr a Amedê jî ji yek ji van gundan e. Welatiyên gundê Kûyê di sala 1990’an de ji ber zext û ferzkirina cerdevaniya bi darê zorê jî nepejirandibûn û ji ber ku xwestekê dewleta dagirker bi cih neanîbûn, gundê wan ji aliyê leşkeran ve hatibû şewitandin. Welatiyên cerdevanî û sixorî ne pejirandin ketin li ser rêya koçberiyê û li dewsa niştecihê gund cerdevan û alîgirên dewletê hatin bi cih kirin. Malbata Toptekîn di sala 1990’an de ji gund koçî Sûr a Amedê kirin, para xwe ji "terora" dewletê girtin û hemû jiyana malbatê li penaberiyê derbazbûye.

GUND HATE VALEKIRIN

Jina bi navê Herdem Toptekîn (56) ku di sala 1963’an de li gundê Şawişan a Pasûrê hate dinyayê û di temenê xwe yê 16 salî de zewicî û weke bûk li gundê Kûyê bi cih bû. Toptekîn ji ajansa me re qala jiyana gund û zehmetiyên kişande kir. Toptekîn, dibêje heta temenê 16 salî zarokatiya wê li gundê Şawişan derbaz bûye û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Zarokatiya min li gund derbaz bû, ji jiyana gund pir hez dikim, lê belê dagirkeran bi darê zorê koçberî li me ferz kir. Gundê me Şawişan gundek welatparêz û debariya xwe bi sewalkarî û çandiniyê dikir. Ez 16 salî bûm bi zorê hatim zewicandi û min tu tehem ji jiyana zarokatiya xwe nedît. Piştî ku ez hatim zewicandin, ez li gundê Kûyê hatim bi cih kirin. Ez gelek ji jiyana gundan hez dikim. Lê mixabin gundê Kûyê hema bêje hemû kujer û bi dewletê re dixebitin. Çend malên welatparêz li gund hebûn. Di sala 1990’an ji ber zextên dewletê û kiryarên dewletê me qebûl nekirin, malên me hatin şewitandin û em neçar man koçî Sûr a Amedê bikin. ”

‘BI SALAN E DEWLET ZILM Û ZORDARIYÊ DIKE’

Toptekîn bilêv kir ku piştî mala wan ji aliyê dewletê ve hate şewitandin, kesên alîgirên xwe li gund cih kirin û ev tişt got: “Bi salan e dewlet zext û zilmê li me dike. Em ji gund û ji jiyana me ya aram kirin. Kurê min berî neh salan bi awayek bê gunehe ji aliyê dewletê ve hate binçavkirin û paşê hate girtin. Kûr min niha dibin şert û mercên giran de tê girtin û li girtîgehê gelek nexweşî lê peyda bûne. Hemû endamên malbata min ji terora dewletê para xwe girtine. Bi salan em li penaberiyê jiyan û li gel vê jî kûrê min bê guneh avêt girtîgehê. Ez ê tu carê li ber zilma dewletê serî ne tewînim.”

‘LI DIJÎ ZILMÊ DERKEVIN’

Toptekîn destnîşan kir ku ji destê dewletê gelek êş kişand û niha jî dewlet êrîşî xaka Rojava dike. Toptekîn anî ziman ku ji ber êrîşan gelek malbat hatin koçkirin û welatî hatin qetilkirin. Toptekîn, wiha axaftina xwe dawî kir: Çawa di sala 1990’an de em ji gundê xwe hatin koçberkirin, niha jî xelkê me yê Rojava tê koç kirin. Ev zilme û dagirkirine. Divê hemû kesên li ser axa xwe hatine koç kirin û li Kurdistanê dijîn li dijî vê zilmê derkeve. Divê her mirovek cihê xwe li gel gelê Rojava bigre û deng bide gelê Rojava."