Li Başûrê Kurdistanê amadekariyên hilbijartinan

Partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bi nêzîkbûna Hilbijartina Navendî ya Iraqê û hilbijartina herêmî re li aliyekê li hev dikin, li aliyê din jî hinek partî xwe ji bo kongreyê amade dikin.

Piştî referandûmê di serî de Xûrmatû, Daqûa û Kerkûk herêmên nakok ji dest hatin girtin û şûnde partiyên siyasî bi berxwedana Efrîn û nêzîkabûna Hilbijartina Navendî ya Iraq û herêmî re ketine nava tevgerê.

Partiyên siyasî di rojên borî de hinek lihevkirin hatin pêk hatin. Komela Îslamî, Tevgera Goran, Tevgera Ji bo Edalet û Demokrasiyê Koalîsyon a Berhem Salih li hev kirin, dîsa Tevgera Azadî û Nifşê Nû jî li hev kiribûn. PDK, YNK û Yekgirtû Îslamî  li dijî vê Zehmetkêşan û partiyên din xwe dan hev û ji bo herêmên nakok lihevkirineke berfireh pêk anîn.

YNK DI ÇARÇOVEYA AMADEKARIYÊN HILBIJARTINÊ DE XWE JI BO KONGREYÊ AMADE DIKE

YNK a ku piştî 3’ê Cotmeha 2017’an a wefata Serokkomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Telebanî û şûnde, wê mehên pêşiya me kongreya xwe lidar bixe û xwe ji bo hilbijartin amade bike.

Piştî wefata Talabanî û şûnde  ber aliyên cuda ên mîna Kosret Resûl Elî û Şeyh Cafer Şeh Mûstefa, dîsa Mele Bextiyar, Hero Îbrahîm Ehmed Talabanî heta niha ji bo çareseriya sekreteriya giştî bi civînên polûtboriyê li çareseriyê geriyan. Polîtburoya YNK’ê ya ku îro li Silêmaniyê li hev civiuyan ji beriya hilbijartinên Navendî ya Iraqê ku wê 12’ê Gulanê bê lidarxistin pêşniyara çûna kongreyê kirin.

Rêveberiya Meclîsa YNK’ê û Meclîsa Navendî li Silêmaniyê di civîna ji aliyê Polîtboruya YNK’ê ve hate kirin ji bo rêveberiyê lidarxistina kongreyê pêşniyara 3-4’ê Gulanê kirin.

YNK’ divê biryara  Rêveberiya Meclîsê û Meclîsa Navendî di nava 10 rojan de binirxîne, biryarê  pêk bîne. Tê payîn ku YNK bi kongreyê xwe ji bo hilbijartinên herêmî û navendî amade bike.