Li Başûr bi gefan lêgerînên sîxûrkirinê

Dewleta Tirk li ser bi dehan kesên ji Bakurê Kurdistanê ji ber cezayê girtîgehê neçar mane ku li Başûrê Kurdistanê bi cih bibin, bi gefa li malbatên wan sîxûriyê li wan didin ferzkirin.

MÎT’a Tirk a bi rêya telefonê peyam peywendî li gel M.S ê Şirnexî û K.D ê Sêrtî çêkirin û pêşniyarên xistina dosyayên wan û lêgerînê wan bi dawî bikin kirin, piştî ku ev yek qebûl nekirin, vê carê bi rêya wê ziyanê bidin malbat û zarokên wan gef li wan kirin. Tevî hemû pêşniyar û daxwazan herduyan jî sîxûriya dewleta Tirk a bêrûmetiyê red kirin. M.S û K.D welatiyên Bakur ên li Başûrê Kurdistanê di mijara lîstikên qirêj ên MÎT’ê hişyarî kir.

Dewleta Tirk li dijî Kurdên ku ji ber ceza û dosyayên dozê neçar mane ku koçberî Başûrê Kurdistanê bibin bi hinceta ‘em ê dosyayên we yên dozê xira bikin’ sîxûriyê li wan ferz dikin. Piştî ku sepandinên wan bê encam dimînin piştre dest bi rêbazên gef û şantajê dixin dewreyê. M.S ê ku MÎT’ê xwest wî bike sîxûr, hatina xwe ya Başûrê Kurdistanê, zorî û bê ka çawa sîxûrî li wî hate ferzkirin vegot.

M.S ê Şirnexî diyar kir ku di derbarê wî de ji endamtiya rêxistinê doz hatibû vekirin û dema ku xwendekar bû ji dozeke ku di derbarê wî de hatî vekirin 15 sal ceza lê hatibû birîn, ji bo wê berê xwe dabû Başûrê Kurdistanê. M.S anî ziman ku li Başûrê Kurdistanê li kafeyekê dest bi kar kiriye û wiha got: “23’yê Mijdara 2019’an bi rêya telefona bi hejimara 05061154728 nameyek ji bo min hate şandin. Ji bo min gote, ji Enqerê li gel te me, yek ji rêveberê asta jor ê dewletê me û teklîfa sîxûriyê kir. Destpêkê min wer zanî ku yek henek bi min dike, lê piştre di derbarê min û malbata min de agahiyên piştrast dan. Ji bo min gotin ku wê alîkariyên madî û menewî bikin, eger ez li gel wan kar nekim daykik û bavên min nas dikin wê her cûre ziyanê li wan bikin. Gotin ku eger dixwazî tiştek bi malbata te neye divê ez li gel wan kar bikim. Got; ‘Di mijara rêxistinî de û têkildarî xebat, agahî û dîtina kadroyên PKK’ê de çi bibîsî ji bo me ragihîne’ lê min ev yek qebûl nekir.

28 NAVENDÊN WAN HENE

Ji bo min gotin ku li Başûrê Kurdistanê 38 navendên MÎT’ê hene, ger ku qebûl bikim li gel wan kar bikim wê li gel wan navenadan min bidin nasîn. Bi taybet xwest ku biçim gel kadroyên PKK’ê û di derbarê xebatên wan de agahî bigirim. Eger ku vê bikim wê hem li Başûrê Kurdistan û hem jî li Bakurê Kurdistanê bi min re bibin alîkar. Ji bo min ragihand ku wê ewlekariya te ya runî ji pêşiya her tiştî bê girtin; heta niha gelek kes kiriye sîxûr û perwerde kiriye. Divê ez jî xwînsar tevger bikim. Bi taybet xwestin ku li Silêmanî, Hewlêr, Zaxo, Dihok û Mexmûrê torên sîxûriyê berfireh bikin, diyar kir ku her kesên li gel wan kar dikin, bi awayekî rehet û xweş dijîn. Dema ku min bi ti rengî qebûl nekir, gefên ku wê zererê bidin malbata min û rê nadin ku ez li Başûrê Kurdistanê bijîm kirn.

WÊ MALBAT Û HESKIRIYÊN TE XEMGÎN BIBIN

Dema min pirsa bê ka we çawa xwe gihande min, destnîşan kir ku destê wî dirêj e û xwedî wê rayeyê ye ku dikare xwe bigihîne her derê bixwaze. Bigotinên; ‘Weke dewlet her cihê bixwazim dikarim xwe bigihînimê, dewlet tiştekî wiha ye’ xwestin min qane bikin. Ji bo jiyîna dayik û bavê xwe divê ez li gel wan kar bikim. Got; ‘Biryar a te ye, wê malbat û heskiriyên te xemgîn bibin. Em fersendekê didin te, doza te em ê dabixin.’ Gelek ciwanên Kurd mîna min dixwazin bixapînin. Li dijî sîxûrkirinê divê her Kurdekî welatparêz baldar û hişyar be.”

EWILÊ JI BO WÎ JÎ NAME ŞANDIN

K.D ê Sêrtî ku bavê 5 zarokan e di navbera sala 2009-2010’an de 5 caran tê destgîrkirin û tevî ti delîlek derbarê wî nîne tenê weke welatparêzekê din ava xebatên DBP’ê de cih girtiye, bi îdîaya ‘endamê rêxistinê ye’ doz hatiye vekirin.

K.D diyar kir ku dema destgîrkirî gef, şantaj û zext lê hatiye kirin. Ji sê dozan bê maf ku bi dehan sal ceza lê hatiye birîn neçar maye berî 4 salan berê xwe daye Başûrê Kurdistanê. KD ev got: “Demeke dirêj e li kafeyekê kar dikim. 10’ê Kanûna 2019’an nameyek ji bo telefona min hat. Ji bo min got ji Enqerê peyam şandiye û hejmara min jî ji hevalekî te yê Başûrî girtiye û teklîfa sîxûriyê kir. Destpêkê min cidî ne girt û bawer nekir. Piştre dema bi rêya peyama telefonê hejmara dosyaya doza min şand, min zanî ku MÎT’in. Cardin teklîfa sîxûriyê kirin. Diyar kirin ku wê têkildarî doza lêgerîna ji endamtiya rêxistinê bibin alîkar, ez ê bikarim vegerim gel malbata xwe, wê hemû lêgerînên min bi dawî bikin. Eger ku li gel wan kar bikim, wê wesayît, mal, telefonên taybet û alîkariya madî li gel min bikin. Her wiha wê min bi endamên MÎT’ê yên li Başûrê Kurdistanê re jî bidin naskirin. Dema ku min ev yek red kir, gefa ku malbat û zarokên min nas dikin, yek bi yek navên wan gotin û li kûne wê zererê bidin wan, kirin. Tevî vê min sîxûrî û hevkarî nepejiran, ji rûmetbûna xw min gav bi şûn ve neavêt. Bê rûmetî û bê exlaqî min qebûl nekir. Eger ku min bixwesta min ê zarokên xwe bernedaba. Min ji bo wan got ku bi ti awayî ez vê qebûl nakim û carekî din jî lin negerin. Bi şantaj û sepandinên sîxûriyê dixwestin vîna min teslîm bigirin. Divê tu Kurd van sepandinên qirêj qebûl nekin.”