Li Banê şer qewimî

Li bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê, duh bi şev di navbera hêzên rejîma Îranê û hêzên Rojhilat de şer derket.

Li bajarê Banê yê eyaleta Sinê ya Rojhilatê Kurdistanê, duh bi şev di navbera hêzên rejîma Îranê û hêzên Rojhilat de şer derket.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, duh bi şev saet di 22:00 de li nêzî gundê Sawan ê navbera bajarên Banê û Saqizê şer derket. Vî şerî 45 deqeyan dewam kir.

Agahiyeke zelal bi dest neket ku şer bi kîjan hêza Rojhilat re derketiye. Li aliyê din, li ser hejmara mirî û birîndaran jî agahiyeke zelal bi dest neket. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku du ambûlans çûne cihê şer û piştre bi lez ji herêmê çûne.

Çavkaniyekî din ê li Banê jî da zanîn, ku hêzên rejîmê danê vê sibehê ji qereqolên li herêmê re gotine ku divê tedbîrên xwe bigirn û ji bo şerê li dijî hêzên dijberê şoreşê, amadekariya bikin.

Nehat zelalkirin bê şer bi kîjan hêzên partiya siyasî re derketiye. Lê li herêmê şervanên Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) jî hene.