Li Bane kolberek hat qetilkirin û 3 jî birîndar bûn

Hêzên dewleta Îranê li bajarê Bane gule li komek ji kolberan reşand ku di encamê de kolberekî jiyana xwe ji dest da, 3 kolber jî birîndar bûn.

Kolbernews’ê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal têkildarê kuştin û birîndarkirina kolberan a ji aliyê hêzên dewleta Îranê agahiyek din belav kir.

Li gorî agahiyên hatin parvekirin duh bi şev hêzên Îranê li herêma Serdab a girêdayî bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê gule li komek ji kolberan reşand. Di encamê de kolberê bi navê Resûl Kerîmî (32) jiyana xwe ji dest da.

Her wiha hate ragihandin ku 3 kolberên din ên bi navê Mihemed xelkê Bane, Ramiyar xelkê gundê Sebedlû û Şîrzad xelkê Dergaşêxan ên girêdayî Bane birîndar bûn.