Li Baglara Amedê endamtiyên meclîsê jî hatin desteserkirin

Endamtiya 6 endamên HDP’yî yên meclîsa şaredariya Baglarê hate desteserkirin.

Desthilatdariya AKP û MHP’ê di 21’ê Cotmehê de peywira endamên HDP’yî yên meclîsa şaredariyê Nûrettîn Bakan, Halîme Bayram, Husnu Aslan, Mehmet Akdogan, Panayir Çelîk û Naşîde Bûlûttekîn Can desteser kiribû.

Ji dêvila van endamên HDP’ê yên şaredariyê Gerînendeyê Ciwan û Sporê yê bajêr Mehmet Masûm Ayhan, Wekîlê Gerînendeyê Çandinî û Daristanê yê Baglarê Fîkret Tûnç, Gerînendeya Karê Nivîsaran a Navçeya Baglarê Nevîde Çakir, Gerînendeyê Şaxa Perwerdehiya Mîllî ya Baglarê Îzzettîn Zengîn, Gerînedeyê Serokatiya Weqfa Alîkarî û Hevgirtina Civakî ya Baglarê Firat Batmaz, Gerînendeyê Malan ê Navçeya Baglarê Mûhsîn Mûtlû bi peywira qeyyûm hatin wezîfedarkirin.