Li Amedê roja 274’emîn a nobeta malbatên girtiyan

Nobet Edaletê ya malbatan a ji bo azadiya girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediya ye lê nayên berdan, li Amedê 274 roj in berdewam e.

Roja 274’emîn a Nobeta Edaletê ye ku xizmên girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediya ye lê nayên berdan, dest pê kiriye. Nobet, îro li Amedê li ber Saziya Tiba Edlî hat girtin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Demokratîk a Herêman (DBP), Komeleya Yekîtî Çand û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyan Mezopotamyayê Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwarî re (TÛHAY-DER) tev li nobetê bûn. 

Xizmeke ji xizmên girtiyên nexweş Încî Guler a daxuyanî da, bi bîr xist ku ew ji bo ku hew cenaze ji girtîgehan derbikevin Nobeta Edaletê digirin û wiha got: ‘’Daxwaza me ew e ku zarokên me bên berdan. Bi serbestiya bi venihêrin jî be bila bên berdan. Qanûnên we çi bibin wek qanûnan bikin.’’ 

Daxuyanî, bi ‘’diruşmên ‘’Bijî berxwedana zindanan’’ û ‘’Heq, hiqûq, edalet’’ û çepikan qediya.