Li Amedê mekîneyên kar ên qeyûmê dagirker hatin şewitandin

Li Amedê Yekîneya Tolhildanê mekîneyên kar ên qeyûmê dagirker şewitandin. Yekîneyê ragihand ên ku êrîşê tînin ser gel wê werin cezakirin.

Yekîneya Tolhildanê ya Sakîne Cansiz li Kolana Melîk Ehmed a Sûrê ya Amedê li dijî mekîneyên kar ku di ber xizmeta qeyûmê dagirker de, bi teqemeniyê bi destan çêkirî çalakî kirin. 2 mekîneyên kar hatin rûxandin.

Yekîneya Tolhildanê got, ''Yekîneyên me tespît kiriye ku dema çalakiyê ji 5 şefên faşîst ên qeyûm 3 jê birîndar bûne. Dijmin her çendî di demeke kurt de qad dorpêç kiribe jî yekîneyên me bi silametî hatine qadên xwe.''

Yekîneya Tolhildanê di daxuyaniyê de her wiha bi bîr xist ku beriya bi çend rojan zabiteyên şaredariyê dest li ser erebeya zarokekî 12 salî danîne, ku bi erebeya kartonî karton dida hev, piştre jî tehde li zarok kirine.

Yekîneyê got, ''Em bi rengekî aşkere dibêjin, heke êrîşê bînin ser vîn, can û malê gel wê bibin hedefa me.

Her demê û li her cihî li dijî faşîzmê, mêtingeriyê wê çalakiyên me bi rengekî radîkal bidome.''