Li Amedê hevşaredarên HDP'yî li hev rûniştin

Li Amedê hevşaredariyên navçeyan ên HDP'ê û Hevşaredarê Şaredariya Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli ji bo çareseriya rêveberiya herêmî li hev rûniştin.

Hevşardarên HDP'ê yên Amedê yên navend û navçeyan bi seroktiya Hevşaredarê Şaredariya Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli li Navenda Çand û Kongreyê li hev rûniştin. Di civînê de ya bi mebesta ku pirsgirêkên rêvberiya herêmî zû werin çareserkirin, pêk hatibû, li ser pirsgirêkên bajêr hate axaftin.

'DIVÊ EM GIRANIYÊ BIDIN SER KONSEYA  BAJÊR, GABB DIVvÊ WERE AKTÎFKIRIN'

Mizraklî têkilî serdana şandeya Yekîtiya Navbeyna Parlamenteran   a Neteweyên Yebkûyî agahî da û piştre got ji bo rêveberirina bajêr giranî dane xebatên Konseya Bajêr.

Mizrakli got di demeke nêz de wê pêvajoya ji nû ve avakirina Yekîtiya Şaredariyên Herêma Anatoliya Başûrê Rojhilat (GABB) bidin destpêkirin û ji bo geşbûna rêveberiya herêmî ya li herêmê girîngiya GABB'ê destnîşan kir. Mizrakli têkilî dermankirinê ku li bajêr bûyî sedema nerazîbûnê agahî da, mînakên dermankirinê yên li cîhanê û Tirkiyê da. Mizrakli got li ser mijara dermankirinê bi xebatên zanistî û karîgertir divê mirov dev ji hînbûyinên xwe yên berê biqere.

Hevşaredarên navçeyan jî têkilî xebatên xwe agahî dan, diyar kirin bi koordînasyoneke li Şaredariya Mezin ew ê pirsgirêkên bajêr hêsantir çareser bikin.