Li Amedê êşkence li girtiyên siyasî hate kirin

Li Girtîgeha Amedê ji ber ku girtiyan şelwar li xwe kirine û hejmartina li ser pêyan qebûl nekirine, êşkence li wan hate kirin.

Li girtîgehên Tirkiyeyê êşkence û sirguna li ser girtiyan didome. Hefteya borî derketibû holê ku girtiyê PKK’yî Înan Akin ê ku Girtîgeha Kurkçulera Edeneyê sirgunî Girtîgeha Tîpa F û Girtîgeha Ewlehiya Wê Zêde ya Nimreya 2’an hatibû kirin, êşkence lê hatiye kirin. Duh jî derket holê ku li van girtîgehan êşkence li girtiyan hatiye kirin. Hate ragihandin ku ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê 60 girtî sirgunî Girtîgeha Tîpa F hatiye kirin.

Xizmên girtiyan bi rêya serlêdanên OHD, MED TÛHAD FED’ê hîn bûn ku 60 girtî di nava kampusê de hatine sirgunkirin.

Hate diyarkirin ku di dema sirgunê de gardiyanan ji girtiyê bi navê Azîz Tûfan xwestine ku bila şelwarê xwe derxîne û ji ber ku Tûfan ev tişt qebûl nekiriye, êşkence lê hatiye kirin.

Hate hînbûn ku li Girtîgeha Ewlekariya Wê Zêde ya Nimreya 1’emîn jî bi hinceta lêgerîn û derxistina solan destûr nehatiye dayin ku parêzerên wan, hevdîtinê bi wan re bike. Hate diyarkirin ku gardiyanan çêr û heqaret li girtiyan kirine û girtî xistine hucreyên yekkesî. Li gorî agahiyan 8,9 gardiyan dikevin odeyên yekkesî hejmara li ser pêyan li ser girtiyan ferz dikin.

Hate diyarkirin ku ev kes di nav kampusê de hatine sirgunkirin: Ûgûr Boztaş, Emrah Dûrmaz, Kerîm Avşar, Umît Ozkan, Haşîm Kaya, Halîs Tekîn, Sadik Nakçî, Mehmet Acar, Azîz Tûfan, Mûstafa Argin, Ahmet Solmaz, Huseyin Işik, Abdûlhalûk Kaplan, Hêja Algan, Nîmetûllah Cînkiliç, Serhat Karagoz, Mûsa Farisogûllari, Mehmet Arslan, Mehmet Demîr, Hacı Zeytûn, M. Şerîf Demîrtaş, Mazlûm Demîr, Sercan Gumuş, Engîn Akhan, M. Hanîfî Kanat, Bariş Sumbul, Ridvan Kaya, Hayatî Uzman, Bûrhan Taş, Şaban Çelîk, Îhsan Ûgûr, Kervan Beyhan, Halîl Guneş û Serhat Kûşlû.”