Aslan Farîsogûllari jî di nav de 33 girtî hatin êşkencekirin

​​​​​​​Hevserokê berê yê DBP’ê Mehmet Aslan û Parlementerê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farîsogûllari yê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tên ragirtin jî di nav de 33 girtî hatin êşkencekirin û sewqî Girtîgeha Tîpa F kirin.

33 girtiyên ku parlementer û siyasetmedar jî di nav de, ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sewqî Girtîgeha Tîpa F a Amedê hatin kirin. Yek ji girtiyên hatin sewqkirin Azîz Tûfan e. Dayika Azîz Tûfan, Aysel Tûfan, diyar kir ku lawê wê îro bi telefonê li wê geriyaye û wiha got: "Lawê min îro saet 14.00’an li me geriya û got, ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Amedê hatine kirin. Kurê min bi kelepçekirî birine û di ketina girtîgehê de êşkence lê kirin e. Tenê karî 46 saniyeyan bi me re biaxive û telefon hat girtin. Em niha ji rewşa wan bi fikarin. Tişta li zarokên me tê kirin zilme. Em ê serî li Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) a Amedê û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê bidin."

Navên girtiyên ku di dîrokên cuda hatin sewqkirin wiha ne:

“Di 14’ê Îlonê de Parlementerê HDP’ê Mûsa Farîsogûllari, Hevserokê DBP’ê yê berê Mehmet Arslan, Mehmet Demîr sewqî Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yemîn a Amedê, Ûgûr Boztaş, Emrah Dûrmaz sewqî Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’emîn a Amedê kirin.

Di 15’ê Îlonê de Sercan Gumuş, Engîn Akhan, Mehmet Hanîfî Kanat, Bariş Sumbul, Ridvan Kaya, Hayatî Uzman sewqî Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yemîn a Amedê, Halîs Tekîn, Sadik Nakçî, Mehmet Acar, Azîz Tufan, Mustafa Argin sewqî Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’emîn a Amedê kirin.

Di 16’ê Îlonê de jî Ahmet Salmas, Huseyîn Işik, Abdulhalîk Kaplan, Hêja Algan, Nîmetûlah Cînkiliç, Serhat Karagoz sewqî Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’emîn a Amedê, Burhan Taş, Şaban Çelîk, Îhsan Ûgûr, Kervan Beyhan, Halîl Guneş, Serhat Kûşlû sewqî Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yemîn kirin.”

Hat hîn bûn kû dê roja Pêncşem û Înê jî, girtî ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sewqî Girtîgeha Tîpa F a Amedê werin kirin.