Li Amedê 4 kes hatin girtin

Ji 12 kesên di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de hatîn destgîrkirin, 4 kes hatin girtin û 8 jê hatin berdan.

Di çarçoveya lêpirsîna li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatî lidarxistin de, rojnamevan Heqî Boltan jî di nav de ji 12 kesên 3 roj berê avêtin ser malan, piştî kar û barên wan ên li Miduryeta Emniyetê sewqî edliyeya Amedê hatin kirin.

Dozgeriyê piştî kar û barên wan bi îdîaya “Endambûna rêxistinê” ji bo daxwaza girtinê rojnamevan Heqî Boltan, Parlementera berê ya HDP’a Sêrtê Hatîce Kocaman, Rêveberê Rêxistina HDP’a Amedê Edîp Bînbîr, endamê DÎK’ê Mele Emîn Ay, endamê Sendîkaya Maden û Sanayiyaya Enerjiyê (ESM) a girêdayî Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Civakî (KESK) Medenî Tûtşî, Hevseroka Şaredariya Gêlê ya ku ji kar hatî xistin Gulistan Ensarîoglu, rêvebera ber ya Rêxistina Bajêr a HDP’ê Çîgdem Ektî, Hevseroka berê ya MEBYA-DER’ê Ayşe Dîcle û Mekîye Guzel, Halîs Bîlen, Vezîr Tekîn û Vehap Gunay sewqî Hêşedariya Dadgeha Cezayê Sulhê kir.

Dadgehê bi hênceta “Endambûna rêxistinê” biryara girtina Rêveberê HDP’a Amedê Edîp Bînbîr, Rêverbera berê yê HDP’a Bajêr Çîgdem Ektî, Mekiye Guzel û endamê DÎK’ê Mele Emîn Ay da, yên din jî bi şertê kontrola edlî û qedexeya dervey welat hatin berdan.

Dema destgîrkirina endamê Meclîsa Şaredariya Sûrê ya HDP’ê Omer Fîlîtoglu yê ku di çarçoveya heman lêpirsînê de hatin destgîrkirin hetanî roja Dûşemê dirêj kir. Endamê Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) Mele Naîf Erdem jî piştî îfadeya li emniyetê Huseyîn Kaya jî piştî kar û barên wî yên li dozgeriyê hatin berdan.