Li Amedê 3 siyasetmedarên Kurd hatin girtin

Serokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Ferîdûn Çelîk ê ji ber xebatên siyasî yên li KCD’ê dide meşandin jî di nav de 3 kesên hatibûn binçavkirin, hatin girtin.

Di çarçovaya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê ku di sala 2011’an de li hemberî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) dabû destpêkirin, duh li gelek bajaran avêtibûn ser malan û 6 siyasetmedar binçavkiribûn, piştî karûbarên li Midûryeta Emniyeta Amedê bi dawî bûn û şûnde, sewqî Edliyeya Amedê kirin. Piştî îfadeya li serdozeriyê Rêveberê Însyatîfa Pêşxistin û Lêkolînê ya Zimanê Kurdî Îrban Babaoglû û Nûrettîn Sevîm hatin berdan. Serokê berê yê Şaredariya bajarê mezin ê Amedê Ferîdûn Çelîk, Serokê Berê yê Şaredariya Peyasê Mehemet Can Tekîn, Serokê berê yê Şaxa Tumbel-Sen a Amedê Medenî Alptekîn û Tulay Ozdemîr bi daxwaza girtinê sewqî Dadgaha Nobedar kirin.

Piştî îfadeya li dadgeriyê û şûn de Ferîdûn Çelîk, Mehemt Can Tekîn, Tulay Ozdemîr bi îdîaya “Rêxistina avakirin û birêvebirin” hate girtin.

Hat diyarkirin ku wê di saetên pêş de parastina Medenî Alpkaya bê girtin.