Li Amedê 21 kes hatin girtin

Li Amedê 21 kesên hatin destgîrkirin, êşkence û nêzîkatiyên xirab li himber hatin kirin girtin, 2 kes jî hatin berdan.

Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve 8’ê Kanûnê bi alîkariya tîmên Fermandariya Jendermayan 24 kes hatibûn destgîrkirin. Piştî 5 rojan û şûnde Kasim Eken (40) ê ji hişê xwe astengdar hate berdan. 23 kesên din piştî lêpirsîna li Şaxa TEM’ê ya Midûryeta Emniyetê ya Bajar hate girtin û şûnde piştî 12 rojan nû sewqî Edliyeya Amedê kirin. Kesên hatin destgîrkirin û êşkence lê hate kirin bi sûcên ‘endamên rêxistin’, ‘alîkarîkirina rêxistinê’ û ‘peydakirina madeyên teqemenî’ hatin sûcdarkirin.

21 kesên piştî îfadeya wan û şûnde ji bo girtin sewqî Dadgeha Ceza ya Sulh a Nobedar hatin kirin bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’, ‘alîkarîkirina rêxistin’ û ‘peydakirina madeyên teqemeniyê’ li ser îfadeya îirafkar Bariş Yildiz hatin girtin, 2 jî bi şertê kontorla edlî hate berdan.

Navên kesên hatin girtin, êşkence û nêzîkatiyên xirab li gel hatin kirin wiha ne: Abdullah Eken, Botan Eken, Hogir Eken, Firat Çîftçî, Îsmet Akar, Îsmet Yildiz, Yasîn Çîftçî, Abdulkadîr Yagar, Ahmed Derse, Ahmet Dogan, Mahmût Birak, Mhemet Akyuz, Zekî Guçlu, Vahdettîn Aktaş, Fatîh Guçlu, Hakan Yildiz, Salîh Donmez, Îbrahîm Çîftçî, Lokman Çîftçî, NAît Toprak û Recep Çîftçî.

Îbrahîm Bûltû ê di heman lêpirsînê de hate destgîrkirin û D. Eken ê 12 rojin li Şaxa Zarokan a Midûryeta Emniyetê jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.