Li Amedê 2 kes hatin girtin û kesek jî hate destgîrkirin

Li Amedê 2 HDP’yî hatin girtin û kesek jî hate destgîrkirin.

Qirkirina siyasî ya AKP û MHP’ê ya li dijî gelê Kurd didome.

Rêveberê HDP’ê yê Amedê Alî Îhsan Karahan duh êvarî dema ji avahiya HDP’ê ya Baglarê derdiket, hate destgîrkirin.

2 KES HATIN GIRTIN

Li navenda Amedê jî di 27’ê Îlonê de rêveberê bajêr ê HDP’ê Şeyhmûs Şenyîgît û kesekî navê Yilmaz ê ku paşnavê wî nehate hînbûn, hatibûn destgîrkirin. Piştî îfadeya wan a li Fermandariya Jendirmeyan a Licê ew derxistin dadgehê. Li dozgeriyê ev her du kes bi hinceta ‘endamê rêxistinê ne’ hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê.