Li Amedê 14 kes hatin destgîrkirin

Piştî ku dadgeriya Tirk li Amedê der heqê 17 kesan biryara girtinê da, hejmara kesên hatin destgîrkirin bû 14 kes.

Di çarçoveya lêpirsîneke dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de ku Serdozgeriya Komarê dimeşîne biryara destgîrkirina 17 kesan hate dayin.

Polîsên Tirk serê sibehê avêtin ser gelek malan û 14 kes destgîr kirin.

Navê çend ji kesên hatine destgîrkirin wiha ne: Rojnamevan Hakki Boltan, Parlamentera berê ya HDP'ê ya Sêrtê Hatîce Kocaman, Rêveberê HDP'ê yê Amedê Edîp Bînbîr, endamê Meclîsa Şaredariya Sûrê yê HDP'ê Omer Fîlîtoglû, endamên Kongreya Îslamî ya Demokratîk Mele Naîf Erdem û Mele Emîn Ay, endamê Sendîkaya Madenê û Pîşesaziya Enerjiyê (ESM) a ser bi KESK'ê Medenî Tûtşî, Hevşaredara Egîlê ya ji wezîfeyê hate girtin Gulistan Ensarîoglû, rêvebera berê ya HDP'ê ya bajêr Çîgdem Ektî û Mekiye Guzel.