Li Amed û Agiriyê qirkirina siyasî: Herî kêm 10 kes hatin destgîrkirin

Li Amed û Agiriyê di operasyonên qirkirina siyasî de herî kêm 10 kes hatin destgîrkirin.

Desthilatdariya AKP-MHP'ê kiryarên xwe yên qirkirina siyasî yên li dijî Kurdan dewam dike.

AMED

Polîsan li Navçeya Sûrê ya Amedê Hevserokê HDP'a Sûrê Zulfikar Odabaşî, Rêveberê HDP'a Bajar ê Amedê Mehmet Sait Demir, rêveberê HDP'ê yê Bajar ê Amedê yê berê Mehmet Nesim Gultekin û kesekî din destgîr kirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Amedê.

AGIRÎ

Polîsan li navçeya Panosa Agiriyê jî di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de Heverokê HDP'a Panosê Ahmet Ege û Endamên HDP'ê Kadir Ege, Naim Durak, Cevdet Can, Cemil Can û Endamê meclîsa bajar ê HDP'î Kutbettin Ozgun destgîr kirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Panosê.