Li Amed û Şirnexê gelek kes hatin girtin û destgîrkirin

Operasyonên qirkirina siyasî yên desthilatdariya AKP-MHP'ê yên li dijî Kurdan dewam dikin. Li Amedê 8 kes hatin girtin û 2 kes hatin destgîrkirin. Li Şirnexê jî kesek hate destgîrkirin.

Li Amedê, leşkeran bi ser malan de girtibûn û  M.K., S.A., M.B., Î.E. A.M., O.M., M.B., V.E., M.M., C.K., R.A. û B.B destgîr kiribûn. Leşkeran her 12 kes birin Fermandariya Leşkerî ya Amedê. Kesên ku li fermandariyê îfade dan, sewqî edliyê hatin kirin. Dozger îfadeya her 12 kesan girt û sewqî dadgehê kirin.

Ji 12 kesan, M.K., S.A., M.B û Î.E. bi şertê kontrola edlî hatin berdan, A.M., O.M., M.B., V.E., M.M., C.K., R.A. û B.B jî, bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin.

Li bajarokê Sêgirkê yê navçeya Qilabanê ya Şirnexê leşkerên Tirk avêtin ser malekê û Mesût Babat destgîr kirin. Babat birin navenda Qilabanê.