Li Agiriyê, welatiyek ji ber tîşoretê Kurdistanê hate girtin

Li navçeya Bazîd a Agiriyê, Mahmût Kahraman ê 47 salî, ji ber ku tîşortê bi nivîsa 'Kurdistan'ê li xwe kir, bi hinceta ku 'propaganda rêxistina terorê kiriye' hate girtin.

Ajokarê otobusê Mahmût Kahraman ê 47 salî, dema ku di ber şaredariya navçeya Bazîdê re derbas dibû, ji ber ku tîşortê bi nivîsa "Kurdistanê" lê bû, ji aliyê polîsan ve hate sekinandin. Ji bo girtina Kahraman, bang li tîmên taybet ên têkoşîna li dijî terorê hate kirin. Şahidan gotin, tîmên taybet ên rûyê wan bi maske girtî bûn û çekên giran pê re bûn, Kahraman kirine binê çavan.

Piştî ku Kahraman 3 rojan li emniyetê hate hiştin, îfadeya wî hate girtin û bi sûcdariya "propaganda rêxistina terorê kiriye" ji bo girtinê radestî dadgehê hate kirin. Dadgeha Tirk jî biryara girtina Kahraman da û ew şand girtîgehê.

Xizmên Kahraman nerazîbûn nîşanî girtinê dan û gotin, di dema binê çavan de îşkence li Kahraman hatiye kirin.