Li Şirnex û Xarpêtê zext û şîdet li girtiyan tê kirin

Li Şirnexê cezayê derneketina hevdîtinê li girtiyan hate birîn, li Xarpêtê jî gardiyanan êrîşî girtiyan kirin.

Barbariya rejîma AKP-MHP'ê ya li devre û girtîgehan dewam dike.

Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Şirnexê, ji ber ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li hemberî zexta li xwekirina kincê ji yek rengî mehekê ketin greva birçîbûnê ya dorveger, cezayê derneketina hevdîtinê li girtiyan hatin birîn.

Li gorî nûçeya Jinnewsê dayika girtiyekî Hatîce Beytar derbarê mijarê de axivî û got, "Kurê min li girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê dimîne. 11 sal ceza girt. Mehekê girtî ketin grevê. Em nizanim çend kes in lê ez dizanim hemû girtî ketine grevê. Ev meheke ez ji kurê xwe agahiyê nagirim. Rêveberiya girtîgehê ceza dane wan. Tevî ewqas binpêkirin, îmzeyê davêjin binpêkirinên nû.

Hatîce Beytar diyar kir ku roj bi roj zextên li ser girtiyan zêde dibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di hevdîtina dawî de kurê min got grev bi dawî kirine lê cezayê dîsîplînê girtine. Piştre hevdîtin û axaftina bi telefonê jî hate qedexekirin. Kurê min got, qewîşa wan her tim ji aliyê gardiyanan ve tên serdegirtin û lêgerîn. Pêkanînên kêfî li ser zarokên me ferz dikin. Ez bang li her kesî dikim ku bibin dengê girtiyan."

XARPÊT

Li Xarpêtê zext û zordariya li girtiyan tê kirin didome. Derkete holê ku li Girtîgeha Tîpa E ya Xarpêtê, girtiyên ji doza Partîzan jî di nav de gardiyanan li gelek girtiyan dane. Malbatên çûn hevdîtina girtiyan diyar kirin ku li ser bedena girtiyan şopê lêdanê hebûn û bi boneya girtiyan di rêzgirtinê ne de nehiştine jimartin pêk bê gardiyanan li wan dane. Omer Bînen ê li heman girtîgehê dimîne bi rêya telefonê ji malbata re got, girtiyan nexwestine bi nîzama leşkerî ew bên jimartin, ji ber vê jî gardiyanan li wan dane.

Malbatan diyar kirin ku fikarên wan li ser jiyana xizmên wan hene û gotin, "Heke zextên li ser girtiyan dewam bike, wê girtî dest bi greva birçîbûnê bikin."