Li Şengalê teqîn: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

Li bajarokê Gir Îzer ê Şengalê di encama teqînekê de 3'ê kesan jiyana xwe ji dest da.

Li bajarokê Gir Îzêr (Qehtaniye) yê Şengalê mayîna çeteyên DAIŞ'ê ku berê li malekê bi cih kirîbûn teqiya û di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li malekî bajarokê Gir Îzer ku di rojên derbasbûyî de Heşdî Şabî ji çeteyan paqijkirîbû, teqînek rûda. Dema li malê xebatên lêgerînê dihat kirin, teqîn rû da û her 3 kesên ku jiyana xwe ji dest dane jî şervanên Êzidî yên di nava Heşdî Şabî de ne.

Hat diyarkirin ku 3'ê kesên jiyana xwe ji dest dane endamên Fewca Laleş yên dinava Heşdî Şabî dene.