Li Şengalê serdana şîna Bedel didome
Serdana ji bo şîna Hevserokê Konseya Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel ê ku dewleta Tirk di 7’ê Kanûnê de di êrişê de ew şehîd kiribû, didome.
Serdana ji bo şîna Hevserokê Konseya Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel ê ku dewleta Tirk di 7’ê Kanûnê de di êrişê de ew şehîd kiribû, didome.
Piştî merasîma cenaze li ber mala Merwan Bedel konê şînê hatibû danîn. Serdana ji bo sersaxiyê jî didome.
Îro Cejna Feqîran e ya ku piştî rojiya sê rojan a Êzidiyan tê pîrozkirin. Di heman demê de roja dawîn a konê sersaxiyê ye.
Bi sedan kes ji bo sersaxiyê diçin serdanê. Rêberê rûhanî yê civaka Êzidî Bavê Şêx jî hate serdanê.
Rûspî, eşîr, sazî û dezgehên xwerêveberiyê û gelek kesan sersaxî dan malbatê.