Li Şengalê kongreya Xweseriya Demokratik bi hilbijartina Meclîsa Şengalê bi dawî bû

Gelê Êzidî di 2. Kongra Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi hilbijartina 101 endamên meclisê ve bidawî kir.

2. Kongra Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi beşdariya 400 delegeyên ji Civaka Êzidî yên ji Rojava, Ewropa, Ermenîstan, Rûsya, Şengal û Kampa Newroz giştî destpê kir. Her wiha fermandarên YBŞ, YJŞ’ê û Endamên Asayişa Êzidxanê, tevahî sazî û rêxistinên Şengalê beşdarî bûn. Kongre bi diruşmeya ‘’Ji bo avakirina Şengalek nû Rêveberiya Xweser esas bigirin” destpêkiribû. Di kongrê de navê Meclîsa Avaker a Şengalê weke Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê hate guhertin.

Ji her gund û bajarokên bakûrê Şengalê yên wekî endamên meclîsa kevin a Meclîsa Avaker a Şengalê 23, bajarokê Xanesorê 8, Sînûnê 10, Dihula 4, Dîgor 2, Guhbel 2, Boruk 7, Zorava 2, Serdeştê 23, bajarê Şengalê 4, Şorka 2, Mamoste 3, Saziya Malbatên Şehîdan 2, Saziya Ciwana 3 û kampa Newroz 6 kes hatin hilbijartin. Cara yekemîn e sistema hevserokatî li sazî û rêxistinên Şengalê têne îlan kirin. Di meclîsê de 23 jinên Êzidî cihê xwe digirin.

Sibê jî wê 2 hevserok, 2 cigirên Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê werin hilbijartin. Her wiha wê 101 endamên hatine hilbijartin sond bixwîn û ji nava wan jî wê hevserok û cigir werin hiljbartin. Piştî sond xwarinê êdî bi awayekî fermî dest bi erkê xwe bikin.