Li Şengalê hewldaneke metirsîdar bi helwesta xelkê Şengalê têk çû

Li Şengalê, otobusên ku ji bo wergirtina malbatên DAÎŞ'iyan ên li kampa Holê çûn Sinûnê, bi nerazîbûna xelkê Şengalê vegeriya.

Li gorî agahiyan, hikumeta Iraqê ji bo DAÎŞ'iyên ên li kampa Holê derbasî Iraqê bikin, nêzî 20 otobus şand navçeya Sinûnê ya Şengalê.

Piştî ku hate bihîstin wê çete di ser Şengalê re derbasî Iraqê bê kirin, xelkê Şengalê rabû ser piyan.

Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Haşim Hecî diyar kir, ku li Iraqê cihê herî aram Şengal e û got, "Ev demeke ku behsa vî tiştî dihate kirin. Me ji nêz ve dişopand. Divê vê hewldanê bide sekinandin."

Li hemberî vê hewldanê hem Asayîşa Êzidîxanê hem jî xelkê Şengalê, kete nava tevgerê.

Di encama vê nerazîbûnê de jî otobusên xwestin derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe hatin vegerandin.