BI DÎMEN

Li Şengalê hêjîr debara jiyanê ye

Gava hêjîr tê gotin gava ewil hejîrên Warê Xidirê tê hişê mirovan. Mam Xêro yê 53 sal in cotkariyê dike dibêje, hêjîrên bi nav û deng ên Şengalê piştî kedeke mezin li bazarên Şengal û Mûsilê tên firotin.

Çiyayê Şengalê ligel xwezaya xwe ya xweş û bedew, di himbêza xwede gelek berhemên xweş jî digihîne. Demsala havînê dibe çavkaniya berhemên xwezayî û bi tam ji bo hemû xelkê Şengalê. Her wiha gelek berhemên çandiniyê û fêkiyên Şengalê dikevin bazara Iraqê jî. Yek ji van berhemên bi nav û deng ku di dengbêjiya Kurdî de, di stran û helbestên Êzîdiyan de jî navê wê derbas dibe, hêjîr e. Hêjîr li gelek deverên Şengalê çêdibe, lê Warê Xidirê yek ji herêma ku herî zêde hêjîr lê çêdibe ye. Mam Xêro 53 sal e li vê herêmê karê cotkariyê dike.

53 SAL E COTKARIYÊ DIKE

Mam Xêro dibêje, ji sala 1971’an ango di 20 saliya xwe de dest bi cotkariyê kiriye û niha bi zarokên xwe re li 250 darên hêjîrê dinêre. Mam Xêro anî ziman ku xelkê herêmê berê hîn bêhtir bi karê cotkariyê ve mijol dibû û got: “Cotkariya demê bêrê jî hîn baştir bû. Xelk êdî bi karê cotkariyê re mijol nabe. Lê kêfa xelkê me ji cotkariyê re tê. Ez gava li malê nerehet bim berê xwe didim nava rez û rez re eleqeder dibim.”

HÊJÎR DI MEHA ADARÊ DE TÊN DANÎN

Mam Xêro da zanîn ku ew di meha Adarê de dest bi danîna darên hêjîrê dikin û ev agahî parve kir: “Dara hêjîrê eger dêm be di nava 6-7 salan de, eger avî be di nava 3-4 salan de çêdibe. Berê karê çandiniyê bi zehmet bû û bi lawiran dihat kirin. Niha traktor hene û barê kar sivik bûye. Lê mixabin niha gelek nexweşî çêbû. Demên berê ev nexweşî nebû. Bêrê me bi rêya lawiran av dianî û zeviyên xwe av didan, lê niha sondaj heye û mirov dikare hemû zeviyê di rojekê de av bide.”

Mam Xêro bi bîr xist ku ji bo her nexweşiyên baxçeyan derman hene û ev tişt got: “Lê belê hinek derman jî zirerê dide. Ev derman jî ji ofîsên çandeyî tên kirin. Em dixwazin dermanên baş bikirin û bizanin feyde û zirarê wan çine. Em dermanên baş naskirin, didin me. Ji ber wan dermanan kurm dikevin hêjîran.”

LI BAZARÊN ŞENGAL Û MÛSILÊ TÊN FIROTIN

Hêjîrên bi nav û deng ên Şengalê ji meha Tebaxê û vir tên berhevkirin. Mam Xêro dibêje, gava hêjîr têne berhevkirin, heta rojekê li ber tavê tê hiştin û pişt re dikin gelwaz. Mam Xêro got ku piştî kedeke mezin ew hêjîr li bazarên Şengal û Mûsilê cihê xwe li ser dezgehan digre.