Li Şengalê di qezayeke trafîkê de 4 kes mirin

Li Şengalê qezayeke trafîkê rû da, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyan, qeza doh li ser rêya gundê Hemedanê û Şengalê qewimî. Wesayiteke leşkerî ya artêşa Iraqê û wesayiteke sivîl li hev qelibîn.

Di encama qezayê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, ku 2 ji wan sivîl, 2 jî leşkerên Iraqê ne. Cenazeyên qurbaniyan birin Nexweşxaneya Şengalê.

16'ê Çileya 2022'an jî li ser rêya navbera nehiya Sinûnê û Xanesorê wesayiteke servîsa xwendekaran û tankereke avê ya artêşa Iraqê li hev qelibî bûn.

Di vê qezayê de jî ajokarê servîsê û xwendekarekî jiyana xwe ji dest dabûn, 30 kes jî birîndar bûbûn.