Li Şemzînan û Wanê çalakî, li Kanî Masiyê bomberdûman

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîlayan li Şemzînan û Wanê çalakî li dar xistine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî operasyona li Hatayê û bomberdûmana li ser Kanî Masiyê ya li Başûrê Kurdistanê jî agahî da.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wisa ye:

LI ŞEMZÎNANÊ ÇALAKÎ

“Di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me li Şemzînanê ya Colemêrgê çalakiyên nû kirine.

Di 26’ê Tebaxê de saet di 14.50’an de hêzên me li dijî artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker a li Tepê Çeta çalakiyek li dar xistine. Hêzên me bi 5 aliyan ve li dijmin dane û hejmara leşkerên mirî û birîndar ên li vê derê nehatine tespîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa dagirker bi obus û hawanan li derdorê daye.

Artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker a ku rojek berê li herêma Tepê Koriciyê hêzên me li wê dabûn, di 27’ê Tebaxê de saet di 11.00’an de bi 8 wesayîtên zirxî hêzeke taqwiye şandiye heman girî û bi dozeran xebata çêkirina kozikan kiriye. Hêzên dagirker li gelek cihên gir mayîn dane teqandin û gule li baxçeyên gundiyan reşandine û agir bi baxçeyan ketiye.

Hêzên dagirker xwestine ji vê derê biçin Girê Şehîd Şevger. Hêzên me di 22.30’an de li dijî vê hêzê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine tespîtkirin. Artêşa dagirker di saet 00.00’an de mirî û birîndarên xwe bi wesayîtên zirxî rakiriye Şemzînanê.

Gerîlayên me bi silametî vegeriyane cihên xwe.

LI PAYÎZAVAYÊ YA WANÊ LI LEŞKERÊN TIRK DAN

Hêzên me di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Serdem û Şehîd Nûdem de li Payîzava ya Wanê li dijî leşkerên Tirk çalakî li dar xistine.

Hêzên me di 26’ê Tebaxê de di saet 17.00’an de li ser rêya Payîzava-Wanê li dijî yekîneya dagirker çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de 3 leşkerên dijmin hatine kuştin û hejmara leşkerên dijmin ên birîndar jî nehatine zelalkirin. Artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê leşkerên xwe yên birîndar rakiriye Payîzavayê û bi çekên bombeavêj û çekên ferdî gule li derdorê reşandine.

Yekîneya me ya ku ev çalakî li dar xistine bi silametî vegeriyane cihên xwe.

LI HATAYÊ OPERASYON Û ŞER

Di 25’ê Tebaxê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker di navbera Dortyol û Islahiyeyê ya Hatayê operasyonek dane destpêkirin. Di heman rojê de di saet 17.30’an de di navbera hêzên me û yekîneyeke operasyonê şerek çêbûye. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine zelalkirin. Piştî şer operasyon ji neçarî bi paş ve hatiye kişandin.

Hêzên me bi silametî vegeriyane baregehên xwe

LI KANÎ MASIYÊ BOMBERDÛMAN

Artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker di 26’ê Tebaxê de ji saet 08.00’an  heta êvarî bi obus û hawanên ji qereqolên li ser sînor li gundê Bedehê ya bi ser Kanî Masiyê ya li Başûrê Kurdistanê dane.

Di 27’ê Tebaxê de, di navbera saet 13.00-18.30’an de bi obus û hawanan ji qereqolên derdorê qada Derarê hatiye bomberdûmankirin.

Di 26’ê Tebaxê de artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê Firfirokên Bêmirov ên Hewayî li ser geliyê Şehîd Demhat a bi ser Erzîncanê daye firandin û di 27’ê Tebaxê de li vê qadê operasyoneke berfireh daye destpêkirin.”