Li Şaxê sextekariya bi milyonan lîreyî

Eşkere bû ku Midûrê Perwerdeya Milî yê Şaxê û birayê wî, bi rêya şîrketa xwe hemû îhaleyê li Şaxê bi zorê ya jî bi gefxwarinê wergirtine.

Eşkere bû ku Salîh Taş û birayên wî, bi darê zorê ji şîrketên din ên tevlî îhaleyan bûne komîsyon stendine û bi vî rengî nêzî 5 milyon lîre stendine. Salîh Taş û birayên wî ku xizmên wekîla berê ya AKP'ê Gulşen Orhan in, tê gotin ku li navçeya Şax a Wanê gefê li welatiyan dixwin û bêyî destûra wan nahêlin ku kes karekî bikin.

HEMÛ MALÊN ŞAREDARIYÊ PÊŞKÊŞÎ AKP'Ê û ALÎGIRÊN WAN HATIN KIRIN

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê jî di nav de 12 ji 14 şaredariyên Wan ketibûn destê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP). Di dema Şaredariyên DBP'yî de yekemcar xizmet ji bo Wanê û navçeyên wê hate kirin. AKP'ê sala 2016'an bi rêya qeyûman Şaredariyên DBP'yî desteser kirin. Hemû malên Şaredariyên Gel di demeke kin de hatin firotin û pêşkêşî AKP'ê û alîgirên wê hatin kirin.

Talankerên AKP'yî piştî ku hemû malên şaredariyan firotin, şaredarî xistin nava deynan. 4 serokên daîreyan ên li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dixebitîn û bi sextekarî û gendeliyê navdar bûn, ji wezîfeyê hatin girtin. Talankerên AKP'yî herî dawî çav berdan Sûlava Bêgirê û ji bo firotinê pêşkêş kirin.

TALANKERÊ LI ŞAXÊ DÎROKA ŞAXÊ JÎ GUHERANDIBÛ

Dagirkerên AKP'yî yên Şaredariyên Wanê desteser kirin, ji bo dîrok û çanda Wan û navçeyên wê biguherînin li ber hev dabûn. Qeyûmê AKP'ê yê li Şaxê Haci Asim Akgul pirên beriya niha ji aliyê şaredariya DBP'yî ve hatin çêkirin xera kir û navên bi Kurdî yên parkan guherand. Qeyûm Akgul bi vê jî nema û li malpera înternetê ya şaredariyê dîroka Şaxê ji nû ve nivîsand.

Akgul dîrok û erdnîgariya gelê Kurd înkar kir û ji ber xwe ve dîrokek nivîsî. Qeyûm Akgul hemû îhaleyên şaredariyê pêşkêşî şîrketa Taş dike ku ya Midûrê Perwerdeya Milî ya Şaxê û birayê wî ye. Malbata Taş jî xizmê Gulşen Orhan a AKP'yî ye. Salîh Taş û birayên wî, bi rêya îhaleyan bi milyonan lîre pere bi dest xist û derket holê ku gefê li welatiyên li Şaxê dixwin.

'GEFÊ LI GEL DIXWIN'

Kesekî li Şaxê ku ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike, ji ANF'ê re li ser mijarê axivî. Welatiyê ji Wanê diyar kir ku Midûrê Perwerdeya Milî ya Şaxê Salîh Taş tevî ku karmend e, navê wî di hemû îhaleyan de derbas dibe û got, "Her karên li Şaxê tên kirin ji wî tên pirsîn. Hema bêjin temamiya îhaleyan ew digirin. Ji hin kesên ku îhaleyan digirin jî bi zorê pereyan distînin. Carna gefê li welatiyan dixwin, carna jî heqaretê li wan dikin. Kes nikare li ber wan rabe. Pişta xwe dispêrin AKP'ê, Gulşen Orhan û qeyûm. Bi vî rengî gefê li gel dixwin."