Li Şaxê bi ser 37 malan de girtin, 11 kes hatin destgîrkirin
Bi çarçoweya qirkirina siyasî li Şaxê ya Wanê polîsên Tirk bi ser 37 malan de girtin. 11 kes hatin destgîrkirin, li ser 26 kesan biryara girtinê hate standin.
Bi çarçoweya qirkirina siyasî li Şaxê ya Wanê polîsên Tirk bi ser 37 malan de girtin. 11 kes hatin destgîrkirin, li ser 26 kesan biryara girtinê hate standin.
Tîmên Taybet ên li Şaxê ya Wanê spedeyê bi ser malan de girtin.
Tîmên taybet ên Tirk derî û pencereyên malan şikandin, bi saetan mal seh kirin û 11 kes destgîr krin.
Navê kesên ku hatine destgîrkirin wiha ne: Tajdîn Balka, Nîhat Babûr, Attar Ertaş, Fazil Evrîm, Rakîp Babûr, Hîkmet Tomak, Ozgur Orek, Abdî Semo, Meran Kaplan, Alî Buge û Îskan Tafur.
Li ser 26 kesan jî biryara girtinê hate standin.