Li Şaredariya Baglarê sê endamên meclîsê ji wezîfeyê hatin dûrxistin

Li Şaredariya Baglarê ya Amedê sê endamên meclîsê yên HDP'î ji wezîfeyê hatin dûrxistin.

Biryar ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hate wergirtin. Di çarçoveya biryarê de endamên meclîsê yên HDP'î Zekî Kanay, Ramazan Ozçelîk û Nûrsel Ornek ji wezîfeyê hatin dûrxistin.

Hinceta biryarê hîn jî ji endamên meclîsa şaredariyê re nehatine ragihandin.

Di 21'ê Cotmehê de endamên meclîsa şaredariyê yên HDP'î Nûrettîn Bakan, Halîme Bayram, Husnu Aslan, Mehmet Akdogan, Panayir Çelîk û Naşîde Bûlûttekîn Can ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin. Di 8'ê Mijdarê de jî qeyûm li şûna wan hatibûn bicihkirin.

HDP'ê di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de li Şaredariya Baglarê 30 ji 37 endamên meclîsa şaredariyê wergirtibû. Rejîma AKP'ê yek bi yek endametiya HDP'iyan a li meclîsê betal kir. Bi dûrxistina ji wezîfeyê ya endamên dawî re hejmara HDP'iyan a li meclîsa şaredariyê daket 21 kesan.