Li Îranê 28’ê Kanûna 2017’an gel li dijî polîtîkayên hejarî û zextê rabû ser piyan. Bi vê re rejîma Îranê bi hezaran kes binçav kirin û talokeye êşkencê, zextê û kuştinê ya li ser binçavkiriyan didome.
Ciwanê bi navê Sîna Qenberî ku di çalakiyên Tehranê de hatibû binçavkirin 6’ê Çile li Zindana Evînê hate kuştin. Parazvanên mafê mirovan diyar dikin ku Qenberî bi êşkenceyê hatiye kuştin, rayedarên rejîma Îranê jî îdîa dikin ku Qenberî xwe kuştiye.
Yek ji rayedarê Zindana Evînê Mistefa Mihibî got Qenberî li tiwaletê xwe kuştiye. Her wiha li Parlamentoya Îranê wekîlê Tehranê Teyebeyî Siyaweşî jî duh li parlamentoyê got Qenberî xwe kuştiye.
Her wiha hate gotin Wehîd Heyderî yê ku li Arakê hatî binçavkirin li Girtîgeya Xoyê, Muhsîn Adilî jî yê ku 1’ê Çile hatî binçavkirin 3’yê Çile xwe kuştiye. Lê hê agahiyên zelal derbarê van ciwanan de nehatine bidestxistin.
Yek ji parazvana mafê mirovan a navdar a Îranê Nesrîn Stûda ji qenala Îran Înternatîonalê re axivî û got her sê ciwan jî hatine kuştin.