Li Îdirê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin
Bi çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî ya li Eyaleta Serhedê çalakiya sûîqestê û sabotajê hate kirin. Di encamê de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin.
Bi çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî ya li Eyaleta Serhedê çalakiya sûîqestê û sabotajê hate kirin. Di encamê de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê derbarê çalakiya li Îdirê daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye:
"Bi çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî ya li Eyaleta Serhedê hêzên me yên YJA Starê 18'ê Kanûnê saet 09:30'an li qada Kirê Kor a Îdirê li dijî leşkerên li qereqola Korxanê çalakiyên sûîqestê kirin. Di encamê de 3 leşkerên dijmin hatin kuştin.
Hêzên me bi çarçoveya heman pêngava şoreşgerî 16'ê Kanûnê li navçeya Başan a Îdirê li dijî konvoyeke wesayitên zirxî ya artêşa TC a dagirker ku ber bi qereqola Aydinlarê ve diçû çalakiya sabotajê kirin. Panzereke di konvoyê de hate rûxandin û tevî leşkerên tê de hate îmhakirin. Hejmare leşkerên di wesayitê de nehate tespîtkirin. Artêşa TC a dagirker ku piştî çalakiyê leşkerên xwe yên mirî ji herêmê rakir li qadê dest bi operasyonê kir. Operasyon 18'ê Kanûnê bê encam ma û hêzên operasyonê ji herêmê vekişiyan.
Yekîneyên me yên bi çarçoveya pêngavê çalakî kirin bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriyan.
LI HEFTANÎNÊ ÊRIŞA HEWAYÎ
16'ê Kanûnê bi şev balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li qada Dola Şivemêzê ya herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber bomberdûmanê tiştek bi hêzên me nehatin."