Li Êlihê karê ji bo yekîtiya neteweyî: Bi yekîtiyê wê tecrîd bi dawî bibe

Heyeta KCD, TJA, DBP û HDP'ê ji bo yekîtiya neteweyî li Êlihê dest bi kar kir. Qisekeran diyar kirin ku bi yekîtiyê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikare bê rakirin. Her wiha işaret bi girîng kombûna girseyî ya 29'ê Çileyê hate kirin.

Hevserokên Gitşî û rêveberên KCD; DBP, Tevgera Jinên Azad, DBP û HDP'ê, piştî hewldanên ji bo yekîtiya neteweyî yên li Sêrtê, li Êlihê dest bi kar kirin. Heyet wê 5 rojan li Êlihê kar bike û piştre jî di 29'ê Çileyê de meşa girseyî li dar bixe.

Heyeta KCD, TJA, DBP û HDP'ê tevî rêxistinên civakî yên sivîl têkildarî kar û çalakiyên li Êlihê li avahiya Şaxê Genel-Îşê civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, aktîvîstên TJA'yê, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, parlamenterên HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Necdet Îpekyuz, Dersim Dag, Hevşaredara Êlihê ya ji wezîfeyê hate dûrxistin Songul Korkmaz û nûnerên rêxistinên civakî yên silvîl tevlî civînê bûn.

'29'Ê ÇILEYÊ WÊ KOMBÛNEKE GIRSEYÎ PÊK WERE'

Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir diyar kir ku ji bo yekîtiya neteweyî ew li gelek bajaran digerin, kar dikin û daxwaza gel werdigirin. Bayindir got, "Em îro jî li Êlihê ne. Li bajar, tax, gund û navçeyên Kurdistan û Tirkiyeyê, li dijî pêla tirsê ya faşîzmê em têdikoşin. Li dijî polîtîkayên tecrîdê em bi ruhê berxwedana gel têkoşînê dimeşînin. Piştî Şirnex, Wan, Stenbol, Sêrtê em niha jî li Êlihê ne. Piştî civînên gel û serdanên navçeyan em ê di 29'ê mehê de vî karê xwe bi kombûna girseyî tacîdar bikin."

Bayindir berxwedana greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê bi bîr xist û diyar kir ku bi xurtkirina karên ji bo yekîtiyê wê tecrîd ji holê bê rakirin.

Heyet piştî daxuyaniyê ji bo serdana dikandaran bike çû navçeya Qûbînê.