Li Êlihê bi deh hezaran got ‘Bê Serok jiyan nabe!’

Bi deh hezaran kesên ku qada Newrozê ya Êlihê tije kirin, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qêriyan. Li qadê dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.

Yek ji navnîşanên pîrozbahiya Newroza îsal ku bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Kesk Êlih e. Qada Newroza Êlihê jî bi dirûşmeya "Her der Newroz, her dem Azadî” bi tevlîbûna bi deh hezaran kes tejî bû.

Li qadê dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Gel bi berzkirina dirûşmên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi deh hezaran kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Li qada Newrozê coş, dirûşme, çepik, tilîlî û nîşaneyên serkeftinê rengek heybet ava kir.

Di Newroza ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, Hevserokê Komîteya Amadekar a Newrozê Huseyîn Sarik axivî û diyar kir ku Newroz ji bo yekîtiya gelê Kurd xwedî cihekî girîng e. Piştre Hevserokên rêxistinên HDP, DBP’ê, rêxistina Çep a Kesk û Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr ku ji kar hatin dûrxistin û qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin, derketin ser dikê û gel silav kirin.

Li qada ku rengên zer, sor û kesk lê bal dikişand, dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin. Piştî sînevîzyonê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Newrozê hat xwendin. Girseya gel bi yek dengî dirûşma "Bijî Serok Apo" berz kir.

EV NEWROZ WÊ BIBE NEWROZA AZADIYÊ

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî wiha axivî:

“Tevî ku 42 roj di ser erdhejê re derbas bûne jî, pirsgirêka av, binesazî, stargeh, xwarin û nexweşiyan hê jî didome. Di erdheja ku ji ber polîtîkayên şaş ên desthilatdariyê pêk hat de bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan. Ev Newroz Newroza hesabpirsînê ye. Ewqas kesan jiyana xwe ji dest dan, kesek jî îstifa nekir. Ji saziyên dewletê tu kes nehat girtin. Hesab nehat dayîn. Ji ber vê yekê em ê hesabê komkujiyên li vê qadê bipirsin. Yên ku li hemberî berxwedana vî gelî îstifa nekin, wê neçar bibin ku birevin. Ew ê hesabê bidin.

Ez her kesê ku îro vê qadê dagirtî hezar carî silav dikim. Em kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Newroza îsal wê bibe Newroza azadiyê. Cejna Newrozê li hemû kesî pîroz dikim. Hezar silav li gelê me yê ku di bin vê baranê de qada xwe neterikandin. Newroz pîroz be."

ROJ ROJA HESABPIRSÎNÊ YE

Parlamenterê HDP'ê Mehmet Rûştû Tiryakî ku Newroza gelan pîroz kir got, "Jin û ciwanên berxwedêr ên ku dirûşma Jin, Jiyan, Azadî kirine dirûşma berxwedana li hemû cîhanê, Newroz pîroz be. Xwestin Newroza ku 3 hezar sal in li van xakan tê pîrozkirin, asteng bikin. Roj roja hesabpirsînê ye. Yên li ber xwe didin dê her tim gotina dawî bînin ziman. Dem dema gotinê ye, dem dema têk birina desthilatdariyê ye. Newroza berxwedanê pîroz be.”

Piştî axaftinan hunermend Nuray Balik û Awazên Azad derketin ser dikê.