Li Êlih û Meletiyê 7 kes hatin binçavkirin

Li Êlihê 6 zarok, li Meletiyê jî Hevserokê HDP'ê yê bajêr hatin binçavkirin.

Li Êlihê, bi îdîaya ku komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar kirin 6 zarok hatin binçavkirin. 6 zarokên danê sibehê hatin binçavkirin, ji bo wergirtina îfadeya wan wê derkevin pêşberî dozgeriyê.

Li Meletiyê jî Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Aydin Ustun hate binçavkirin. Polîsên Tirk danê sibehê avêtin ser mala Ustun û ew binçav kirin.

13'ê Sibatê li bajêr herî kêm 10 HDP'yî û DBP'yî hatibûn binçavkirin.