Li Çewlikê tecrîda li Imraliyê hate şermezarkirin

Rêxistina Bajêr a HDP'ê ya Çewlikê terida li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got,''Heke tecrîd rabe wê hemû pirsgirêk çareser bibin.''

Rêxistina Bajêr a HDP'ê ya Çewlikê têkilî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da. Çalakî li Kûleya Saetê ya li Çarrêyê bi tevlêbûna gelek kesan pêk hat. Pankarta bi nivîsa, ''Ma tecrîd bişkîn faşîzmê waşon'' hate vekirin.

Hevserokê HDP'ê ya Bajêr a HDP'ê Hasan Sosyal diyar kir tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êşkence ye û ev polîtîka îro li hemû qadên jiyana civakî hatiye berbelavkirin. Sosyal got, ''Tecrîd ne tenê bi Imraliyê û Kurdan re sînordar e. Polîtîkaya tecrîdê ji mêj veye li hemû binpêkirina mafan a li Tirkiyê jî hatiye berbleavkirin. Ji ber vê jî rabûna tecrîdê mifteya çareseriyê ya li pirsgirêkên li Tirkiyê ye.''

Sosyal bi berdewamî diyar kir têkoşîna dijî tecrîdê desteka li têkoşîna demokrasî, heq, azadiyan û jinan e û got, ''Tecrîda mitleq astenga herî mezin a li pêşiya aştia civakî ya Tirkiyê ye.'' Sosyal her wiha got ji bo ku tecrîda li ser Ocalan rabe divê muxalefet rêxistiniya xwe bike û têbikoşe.