Leyla Guven vexwendin ku îfade bide

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Amedê ve hate vexwendin ji bo îfade bide.

Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin, di 26’ê Hezîranê de derbarê 64 kesan biryara girtinê hatibû dayîn. Di çarçoveya lêpirsînê de polîsan bi ser malan de girtibû û 43 kes destgîrkiribûn û avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) mor kiribûn. 16 kesên ku hatibûn destgîrkirin duh derketin pêşberî dadgehê û 8 ji wan bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin.

Destgîrkirina 27 kesan a li emniyetê didome. Hat hînbûn ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve ji bo îfadeyê hat vexwendin. Nehat hînbûn ku dozgeriyê ji ber kîjan sedemê Guven vexwendiya îfadeyê.