Leşkerên Tirk ji Amediyeyê topan diavêjin çiyayê Metînayê

Artêşa Tirk a ku hewl da Başûrê Kurdistanê dagir bike, ji baregeha xwe ya li Amediyeyê ku di bin kontrola PDK'ê de ye, bombeyan li çiyayê Metîna dibarîne.

Li gorî nûçeya RojNewsê ku agahî ji çavkaniyên herêmî girtiye, artêşa Tirk ji baregeha xwe ya leşkerî ya li navçeya Amediye ya Duhokê topan diavêje herêma Metînayê.

Baregeha Leşkerî ya Tirk ku sala 1995'an li herêma Amediyeyê hate avakirin, li dijî HPG'ê û gelê Başûrê Kurdistanê weke navenda êrîşan tê bikaranîn.

Artêşa Tirk sala 2008'an jî li dijî Başûrê Kurdistanê dest bi operasyonê kiribû. Tankên li baregeha leşkerî ya li Amediyeyê jî ji bo tevlî operasyonê bibin ji ketin nava liv û tevgerê. Lê belê gelê herêmê dor li baregehê girt û nehişt ku tank ji baregehê derkevin.