BI DÎMEN

Şêx Seîd û hevalên wî wê li Kolnê bên bibîranîn

Şêx Seîd û hevalên wî di salvegera xwe ya 100’emîn de wê li Kolnê bi mîtîngekî mezin werin bibîranîn.

ŞÊX SEÎD

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) û Enstîtuyên Kurd ên li Elmanya û Belçîkayê ji bo Şêx Seîd û hevalên wî ku pêşengiya berxwedana Kurd a di 1925’an de kirin, li Ewropayê bernameyên bîranînê li dar dixin. Serokê Tevgera Alimên Îslamî ya Hemdem û Nûjen a Kurdistanê Ahmet Hafiz Turhalli bang li hemû Kurdistaniyan kir ku tevlî bîranîna ku wê di 29’ê Hezîranê de li Kolnê were lidarxistin bibin.

Turhalli diyar kir ku bi avabûna komarê re sozên ku ji gelê Kurd re hatin dayîn bi lez veguherî înkar û îmhayê û wiha got: “Gotin em di avabûna komarê re bi hev re ne, lê piştre gelê me înkar kirin. Serhildana Şêx Seîd û hevalên wî ne serhildanekî ji rêzê bû, hewldana parastina gelekî bû. Darvekirina wan qetilkirina dîrok, bîr û nasnameya gelekî bû. Îro hîna gora wan jî tine ye. Me têkoşîna ku sad sal berê dest pê kir û berdêlên hatin dayîn ji bîr nekir. Divê di 100’emîn şehadeta Şêx Seîd û hevalên wî de her kesên ku dane pey şopa wan, li hev bicivin.”

BÎRANÎNA WAN ERKA ME YA DÎROKÎ YE

Turhalli gelê Kurd bi Êzidî, Elewî û hemû cudabûnên xwe, bêyî ku bibêje ciwan, jin û kalepîr divê bi hevre di vê roja dîrokî de li hev bicive û wiha domand: “Tiştên ku 100 sal berê qewimîn ne tenê tepisandina berxwedanê, di heman demê de bi awayekî sîstematîk înkar û îmhaya gelê me bû. Medreseyên me hatin girtin, pêşengên me hatin darvekirin, zimanê me hate tinekirin. Îro bîranîna navê Şêx Seîd xwedîderketina li zimanê me yê hatî qedexekirin û mafên me yên hatin desteserkirin e. Ji ber vê yekê tevlîbûna li bernameyên li Koln û Brukselê erkekî dîrokî ye.”

Mîtînga li Kolnê wê roja 29’ê Hezîranê li Heumarktê were lidarxistin.