Artêşa Tirk kete nava Başûrê Kurdistanê

Artêşa Tirk leşkerên xwe danî derdora Çemê Hecî Beg, Geliyê Reşo û Çiyayê Siro û bi vî rengî dest bi dagirkirina Başûrê Kurdistanê kir.

Artêşa Tirk a dagirker û cerdevanên wan, duh bi şev saet di 22:00 de ji navçeya Şemzînan a Colemêrgê û ji qereqola gundê Mavan a Şemzînanê, hêzên xwe li serdora Çemê Hecî Beg, Geliyê Reş, Çiyayê Siro û gundê Bermize yê Diyanayê bi cih kir û dest bi dagirkirina Başûrê Kurdistanê kir.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku leşkerên Tirk ji saet 22:00 ê duh bi şev û pê ve ji qereqola Mavanê derbasî herêma Çemê Hecî Begê bûn. Piştî ku leşkeran berê xwe dan vê herêmê, bi helîkopteran jî leşker li herêmên Kaniya Reş, qûntara Çiyayê Sior û derdora gundê Bermize yê Diyanayê danî.

Di heman demê de balafirên şer jî bombe li qûntara çiyayê Evdil Kovî, çiyayê Siro û Geliyê Reş ên li Xakurkê barandin. Bi helîkopterên bi tîpa Kobra jî êrîşeke giran li Deşta Heyatê hate kirin.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku leşkerên ji sînor derbas bûne, xwe gihandine heta jorê gundê Bermizeyê, çûne ser çiyayê Sior û bi vî rengî dixwazin li ser serê vî çiyayî navendeke koordîneyê ava bikin.

Gundê Bermize çend roj berê ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatibû bombekirin. Bombe li wesayiteke gundiyan hatibû barandin û gundî jiyana xwe ji dest da bû.

GELO HAYA PDK'Ê JÊ NÎNE?

Gundiyekî Bermizeyê ku nexwest navê xwe eşkere bike, da xuyakirin ku hêzên artêşa Tirk ji bo dagirkirinê ketine nava axa wan û destnîşan kir ku bêyî agahiya PDK'ê, dewlet û artêşa Tirk operasyoneke wiha nake.

Gundî got, "Gundê me û herêma me bi temamî di kontrola PDK'ê de ye. Heta niha li gundê me ti tişt bêyî agahiya PDK'ê nebûye. Ne bawerim ku haya PDK'ê ji bicihbûna leşkerên Tirk li gund û derdora gundê me, ji bombekirina çiyayê Siro û Deşta Heyatê tine be."

Gundî anî ziman ku ji hemû bûyerên diqewimin haya PDK'ê di cih jê çêdibe û got, eger haya PDK'ê jê tine be, divê tavilê nerazîbûnê nîşan bide.